PERVÎN BULDAN, GUVEN Û WEKÎLÊN DIN ZIYARET KIR

Çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin, pê re jî piştgirî û destekdayîn xurtir dibe.
Serdanên çalakgerên greva birçîbûnê jî dewam dikin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê serdana Pervîn Buldan, Leyla Guven û wekîlên xwe yên di greva birçîbûnê de kir.

Pervîn Buldan serdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 145 roj in di greva birçîbûnê de ye kir.

Tevî Buldan hevşaredarên Amedê Selçuk Mizrakli, Hulya A-lokmen Uyanik û rêveberên HDP’ê amade bûn.

Buldan der barê rewşa tenduristiya Guven de agahî ji keça wê Sabîha Temîzkan wergirt.

Buldan û şandeya pêre çûn avahiya rêxistina HDP’ê ya Amedê têkildarî rewşa Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayyîp Temel û Murat Sarisaç ên di greva birçîbûnê de ne agahî girt.

Leave a Reply

Back to top button