Rastiya êrîşa li Metîna a di destên PDK’ê de teqiya

Dewleta Tirk ya dagirker nêzî 50 roj in li dijî başûrê Kurdistanê êrîşeke berfireh ya dagirkeriyê daye despêkirin. PDK jî bi her awayî piştgiriya van êrîşan dike û heta ji destên wê tê jî van êrîşan rewa nîşan dide. Tevî berevajî kirinên PDK’ê jî rastiya êrîşa ku 5’ê Hezîranê li Metîna pêk hat û di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, eşkere bû.

PDK, a ku bi her awayî dijmintiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dike, ji bo êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li başûrê Kurdistanê rewa nîşan bide, çi ji destên wê tê dike.

Herî dawî di êrîşa 5’ê Hezîranê ya li herêma Metînayê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku HPG’ê daxuyanî da û diyar kir ku ti têkiliya wan bi vê êrîşê re nîne û xwest ji bo yekê bila komîteyeke serbixwe ava bibe û lêkolîn bike, lê PDK’ê û ragihandina xwe ya şerê taybet yekser ev êrîş avêtin ser gerîla.

Ev îdia û derewa PDK’ê di roja yekem de di destên wê de teqîya. Hê roja yekem pêşmergeyên ku di êrîşê de birîndar bûbûn gotin ku êrîşeke çekdar li dijî wan pêk nehatiye.

Hat ragihandin ku hêzên Pêşmergeyan ên çûbûn herêma Metîna û di seyareya wan de teqîn çêbibû, beriya ku biçin agahî daye artêşa Tirk a dagirker ku diçin wê herêmê, lê piştî çûne wir balafirek bê mirov a dagirkeran li seyareya wan xistiye.

Çavkaniyan gotin ku Pêşmergeyekî birîndar ev agahî piştrast kiriye û gotiye Tirkiyeyê xwestiye bi vê yekê fitneyê derxîne.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlekariyê, hêzên Pêşmergeyan beriya ku di 5’ê Hezîranê de biçin herêma Metîna bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker ên li baregehên Amêdiyê û Bamernê re axivîne.

Rayedarên pêşmergeyan ji artêşa dagirker re gotine ku ew ê biçin herêmê û bendek ava bikin. Rayedarên pêşmergeyan detay û cihên ku dê biçinê jî vegotine û ji wan re gotine, “Em diçin bila haya we hebe, ji bo ku hun êrîş nekin.”

Piştî van hevdîtinan hêzên Pêşmergeyan ber bi herêmê ve çûne, dema nêzî cihê gerîla bûne, balafirek bê mirov a biçek an jî Diron a artêşa Tirk li seyareya pêşmergeyan xistiye. Di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Fermandarê Pêşmerge: Bi êrîşa hewayî li Pêşmergeyan hate xistin

Têkildarî mijarê fermandarekî pêşmergeyan li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Qadir Xoranî yê demeke dirêj e ku pêşmergeyî kiriye û niha jî fermandarekî di bin sêwana Wezareta Pêşmergeyan de ye anî ziman ku ‘hêzeke terorîst’ a xwedî F-16 û SÎHA êrîş pêk aniye û got:

“Li gorî min ev kiryara terorîstî, yan bi balafira F-16 yan jî balafira bê mirov, ji aliyê hêzek terorîst dijî pêşmergeyên Kurdistanê pêkaniye. Armanca siyasî li pişt vê heye. Ev êrîş bi pîlane û armanca êrîşê gurkirina şerê Kurdkujî û wêrankirina Herêma Kurdistanê ye.”

Back to top button