Pûtîn vekişîna ji Peymana Asîmanê Vekirî pejirand

Salek piştî ku DYA’yê xwe ji Peymana Asîmanê Vekirî vekişand, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî mohra xwe danî binê biryara vekişîna ji heman peymanê.

Dûma ku baskê jêrîn ê Parlamenta Rûsyayê ye 19’ê Gulanê û Konseya Federasyonê jî ku baskê jorîn ê parlamentê ye 2’ê Hezîranê vekişîna ji Peymana Asîmanê Vekirî pejirandibûn.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî 7’ê Hezîranê mohra xwe danî binê biryara vekişînê.

DYA’yê di bin rêveberiya Donald Trump de bi rengekî fermî di Mijara 2020’an de xwe ji peymanê vekişandibû.

DYA’yê Rûsya sûcdar kiribû ku hin madeyên peymanê binpê kiriye, lewra biryar dabû ku ji peymanê vekişe.

Peymana Asîmanê Vekirî ji bo di navbera blokên Rojhilat û Rojava de bawerî û aramiyê biafirîne, li gorî pîvana zelaliyê sala 1992’an li Helsînkiyê hatibû îmzekirin.

Back to top button