Tevgera Azadî: Bêdengiya hemberî dagirkeriyê hêzê dide dagirkeran

Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê şermezar kir. 

Desteya Serokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan derbarê êrîşa li ser Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Tevgera Azadî da zanîn ku êrişa ser wargehê û êrîşa li Metînayê ji aliyê yek destî ve pêkhatine.

Tevgerê ragihand ku armanca êrişan zelale, ji ber ku dewleta Tirk bi eşkere dibêje ezê êriş pêkbînim.

Tevgerê anî ziman ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê, pêwîstî bi helwestek cidî heye.

Tevgera Azadî ragihand ku bêdengiya partiyên siyasî û xelkê ya dijî dagirkeriyê hêzê dide dagirkeran.

Back to top button