Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Ş. Ezda Dilbirîn re xwest

li Kobanê, ji bo gerîlaya HPG’ê Xerîb Dalî bi nasnav Ezda Dilbrîn ku di encama berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê de şehîd bû, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Kobanê, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, nûnerên saziyên civaka sivîl û endamên PYD`ê Li gundê Çarqelî sersaxî ji malbata şehîd Ezda re xwest.

Di merasîmê de xwişka şehîd Ezda Yusra Dalî axivî û bal kişand ser berxwedaniya gerîlayan dijî êrîşên dagirkeriya Tirk.

Yusra Dalî diyar kir ku ew bi şehadeta xwişka xwe serbilind in û ew ê rêya şehîdan tu carî bernedin.

Back to top button