Îran..Namzetên serokomariyê ji bo zêdekirina alîgirên xwe hatin pêşberî hev

Ji bo hilbijartinên serokomariya Îranê kêmî du hefteyan maye.
Ji bo serokomariya 13. a Îranê 7 namzetên ji lîsteyên reformîst û muhafezekar cihê xwe digrin.
Namzetan di weşana zindî de hatin pêşberî hev û di mijara aborî de pirsên heyî xwestin bersiv bidin.
Lê ya diyar namzetan gelê Îranê bi projeyên xwe nedane bawerkirin ku wê bikarin dawî li krîza aborî ya li welat bênin.

Bi nêzbûna hibijartina serokomariya Îranê re, namzetên ku namzetiya wan hatî erêkirin, hatine pêşberî hev.

Beriya hilbijartina 18’ê Hezîranê namzetan li ser ekranên televîzyonê li pêşberî hev, axivîn.

Di mijara sereke ya nîqaşê de krîza aboriya li welat hebû.

Serokê berê yê Parêzvanên Şoreşê yê Îranê Muhsîn Rizayî êrişî rikberê xwe Ebdulnaser Hemmatî yê berê serokê Banka Navendî ya Îranê bû kir.

Rizayî xwest Hemmatî bi xayîntî were darizandin.

Di nîqaşa hilbijartinê de ku bi qasî sê saetan dom kir, aborî mijara sereke bû.

21 pirsên ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Îranê amade kirî ji namzetên serokomariyê hat pirsîn.

Ji bo bersivdayîna her pirsekê 4 deqe dem ji bo her namzetekê hate dayîn.

Di nîqaşa ku li ser krîza aborî ya li welêt hat kirin de, namzetan mijarên wekî plansazkirina butçeyê, bac û nedana bacê, enflasyon, gendelî, lîsansên bazirganiya neqanûnî, erd girtin, geşedanên aborî û pîşesazî, aboriya bê petrol û çend mijarên din nîqaş kirin.

Bername di nava civakê de hate rexnekirin.

Ji ber namzetan di bersivên xwe de lewaz man û mijara, nûkleerî û Covid-19 jî nehatin nîqaşkirin.

Pênc namzetên mihafezekar li dijî Waliyê berê yê Bankaya Navendî Hemmatî xwedî helwest bûn.

Namzetan Hemmatî bi çewt birêvebirina aborî, enflasyona mezin û daketina rêjeya danûstendinê tewambar kirin.

Li Îranê hilbiajrtina 13. a Serokomariyê wê di 18’ê Hezîranê de pêk were.

Di hilbijartinê de 7 namzetên ku Konseya Parêzvanên Destûra Bingehîn ya Îranê ku namzetiya wan erêkirî wê bikevin pêşbaziyê.

Pêşbaziya namzetan ya duyemîn wê 8’ê Hezîranê li ser mijara civakbûn û çandê wê pêk were.

Back to top button