YPG: Li Şedadê di operasyonekê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di çarçoveya operasyonên YPG’ê yên li dijî şandeyên veşartî yên DAIŞ’ê de li Şedadê 5 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da û eşkere kir ku çeteyên ku hatine kuştin ji aliyê MÎT’a Tirkiyê ve hatiye perwerdekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin endamên şaneya DAIŞ’ê sala 2017’an çûne Tirkiyê û li bajarên Enqere û Rihayê di perwerdeya MÎT a Tirk re derbas bûne.

YPG’ê da zanîn ku şane bi armanca derxistina alozî û provokasyonan ji alî MÎTê ve hatiye erkdarkirin.

Hat gotin, şaneya ku 5’ê Hezîranê hat bêbandorkirin, amadekariya êrîşan dikir.

Li gorî daxuyaniyê navên çeteyên ku hatin kuştin wiha ne,

Rehed Mehmud Xalid, Ehmed Mehmud Fatih, Ebû Xetab ji Iraqê ne,

Ramî Hemdun Xidir û Hemûd Hemîd Mihemed ji Sûriyê ne.

Back to top button