Piştî çend rojan ji aloziya sotemeniyê li bajarê Hesekê Meclisa Kantonê bi xwediyên stasyonên sotemeniyê re civiya û alozî çareser kirin.
Ji bo çareserkirina aloziyê gelek pêşinyar hatin dayîn, yek jê jî cudakirina cihên dagirtina erebeyan, motorsikêltan û jenatoran bû.
Li ser çêkirina kartan ji bo ku motorsiklêt li ser wê sotemeniyê bigire, hat lihevkirin.
Şêniyê bi navê Hesen Xelef ê ji taxa Miftî dibêje:
“Beriya çend rojan me astengiya dagirtina benzînê ji stasyonan dikişand.
Lê îro bi heman buhayê û bi awayekî zêde tê peydakirin.”
Ridwan Îbrahîm jî ku ji taxa Telayih e got:
“Îro benzîn li tevahî stasyonên Hesekê heye.”
Endamê rêveber ê stasyona Xabûrê Asim Hac Umer anî ziman: “Di civînê de xwediyên stasyonan pêşniyar kir ku para Hesekê ji sotemeniyê were zêdekirin û par hat zêdekirin.”