PDK’ê hêzek mezin şand herêma Hecîomran a di bin kontrola gerîla

Bi armanca dorpêçkirina herêmên di bin kontrola gerîla de, PDK’ê hezeke nû ya leşkerî şand herêma Hacî Omran.

PDK’ê di çarçoveya şandina hêzên xwe yên leşkerî ji herêmên bin kontrola gerîla de, vê carê berê hêzaxwe da herêma Hacî Omaran.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku PDK duh şev hêzeke zêde ber bi herêma Berdenazê ya girêdayî Hacîomranê ku dikeve ser navçeya Soranê şandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, PDK’ê hêzên xwe yên Zêrevaniyê ber bi van herêman ve dişîne da wan dorpêç bike.

Herêma Hacî Omran sînorî ye, Rojhilat, başûrê Kurdistanê, herêma Qendîl û Xinerêyê bi hev ve girê dide û ev dever 28 sal in di destê gerîla de ye.

Back to top button