Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê êrîş şermezar kir

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê şermezar kir û ji civaka navdewletî xwest li dijî siyasetên dewleta Tirk erka xwe ya qanûnî pêk bînin.

Meclîsê bi daxuyaniyekê bi bîr xist êrîşên dewleta Tirk ranwestin û bi behaneyên ne di cih de êrîşî Başûr û kampa Mexmûr ku bi hezaran welatiyên sivîl lê bi cih bûne, dike.

Meclisê anî ziman “Dewleta Tirk di êrîşên xwe de çekên qedexekirî jî di nav de hemû cûreyên çekan bi kar tîne.

Herêman ji Başûr dagir dike û kiryarên li dijî mirovahiyê pêk tîne.”

Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê helwest û bêdengiya hikûmetên herêmê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê rexne kir û got:

“Pêwîst e, hemû hêzên Kurdistanî û bi taybet PDK li gorî berjewendiyên Kurdistanî tevbigerin û têkiliya xwe bi dewleta Tirk re qut bikin.”

Back to top button