Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku PDK’ê bi van kirinên xwe hewl dide artêşa Tirk a xitimiye rizgar bike.
Karasû ji PDK’ê xwest ku bila xwe nexe nava şer û êrîşên li ser Başûr û Mexmûrê rewa neke.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di bernameyeke taybet a Medya Haberê de li ser êrîşên artêşa Tirk û liv û tevgera PDK’ê ya li qadên gerîla nirxandin kir.
Mustefa Karasû diyar kir ku, di vê demê de polîtîkaya qirkirinê li ser gelê Kurd tê meşandin û bi her rêbazê hewl tê dayin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bê tepisandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman ku êrîşên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê di çarçoveya vê konseptê de ne û ji bo tasfiyekirina tevgera azadiyê, dewleta Tirk PDK’ê bikartîne.
Karsû anî ziman ku Tirkiyê û PDK’ê bi hev re êrîşa li dijî gerîla plan kirine û hêzên navnetewî piştgiriya wan dike û rola hors daye PDK’ê û ya çakûç daye Tirkiyê.
Musteva Karasû: Ev nêzîkatiyên PDK’ê xizmetê ji polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirina Kurdan dike
Mustefa Karas da zanîn ku dewleta Tirk bi berxwedana gerîla xitimiye, PDK’ê hewl dide dewleta Tirk rizgar bike û got:
“Dewleta Tirk tengav bûye, niha PDK bi hatina qadên gerîla dixwaze vê tengaviya ji holê rake.
Hewl dide, ku gerîla bi hêzên leşkerî yên PDK’ê ve mijûl bibin û dewleta Tirk jî encamê bi dest bixe.
PDK’ê di bin parastina balafirên Tirk de bi pêş ve diçe û li kêleka Tirkiyê yekser tevlî vî şerî bûye.
PDK’ê teslîmiyetê li ser gerîla ferz dike, ev nêzîkatî xizmetê ji polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirina Kurdan re dike.”
Karasû daxuyand ku xelkê Mexmûrê rûmeta gelê Kurd e û destnîşan kir ku PDK’ê êrîşên li ser Mexmûrê rewa dike, lewra divê Kurd xwedî li Mexmûrê derkeve.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê ji PDK’ê xwest ku dest ji vê helwesta xwe berde, hêzên xwe yên leşkerî vekişîne, bila PDK xwe nexe navberê û êrîşên li ser başûr û Mexmûrê rewa neke.
Mustefa Karasû: Li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê divê gelê Kurd rabe ser piyan
Her wiha li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê Karasû bang li siyasetmedar, rewşenbîran û gelê Kurd kir ku rabe ser pêyan û nehêle ku xwezaya wan bê talankirin.