Lîbiya..DAIŞ êrîşa bombebarkirî pêk anî, 2 kuştî

Li Lîbyayê herêma Sebha bi seyarekî bombebarkirî êrîşek xwekuj pêk hat.

Di encma êrîşê de fermandarekî payabilind ê polîsên Lîbî jî di nav de 2 kes hatin kuştin.

Saziyên çapemeniyê yên Lîbiyayê ragîhandin ku duh erebeyeke bombebarkirî kesekî xwekuj wê li nêzî çerxeriya Ebnai El-Meziq a herêma Sebha teqandin.

Di teqîna ku çeteyên DAIŞ`yê wê girt ser xwe de fermandarekî payabilind ê polîsan jî di nav de 2 kes hatin kuştin.

Rêveberiya Rêdayîna Menewî ya Artêşa Niştimanî ya Lîiya Lîwi Xalid El-Mehcûb derbarê êrîşê de axivî û got:

“Li piş vê êrîşê hêzên Ixwan El-Mmslimîn hene, ev êrîş ji bo bêaramîkirina herêmê dikeve hizmeta Ixwan El-Muslimîn.

Ixwan El-Muslimîn dixwaze bi êrîşên bi vê rengî ve hilbijartinên welat ku têne payîn di kanûna îsal de were lidarxistin, asteng dikin”

Lîwi Xalid El-Mehcûb diyar kir ku tevî hemû hewildanên tevliyheviyê dê aramîyê bînin welêt.

Back to top button