Nûnerên Rêveberiya Xweser bi nûnerên 13 welatan re civiya

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe gavên nû di aliyê dîplomasî ber bi naskirina fermî ve davêje.

Di asta wezareta Karên derve de nûnerên 13 welatên Ewropî bi rêya pergala Zoomê bi rayedarên Rêveberiya Xweser re rûniştin. Welatên Ewropî piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re dûbare kirin.

Gavên fermî û naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qada navdewletî de roj bi roj pêşdikeve.

Rêveberiya Xweser 3`yê vê mehê bi nûnerên Wezaretên Karên Derve yên Amerîka, Siwêd, Elmaniya, Firansa, Birîtaniya, Siwîsra, Filenda, Belcîka, Denîmark, Holanda, Îtaliya, Keneda û Nerwij re civiyan.

Nûnerên Yekîtiya Meclîsa Ewropa, Saziya Ewropî ya Karûbarên Derve (EEAS), Mudîriyeta Ewropî ya Giştî ya Parastina Sivîlan, Çalakiyên Piştgiriya Mirovî (DG ECHO) û Komseriya Ewropî ya Koçberiyê û Karûbarên Hindirîn (DG HOME) jî beşdarî civîna ku di riya xizmeta Zoom re hate lidarxistin, bûn.

Li ser navê Rêveberiya Xweser Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Bedran Çiya Kurd, Hevserokê Desteya Karê Derve Ebdulkerîm Umer, Nûnerên Rêveberiyê li Ewropa Ebduselam Mustefa, Nûnerê Rêveberiyê li welatên Iskedenafiya Şiyar Elî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de dosya dadgehkirina girtiyên DAIŞ û kampa Holê hate nîqaşkirin

Di civînê de nerînên derbarê doysa girtiyên DAIŞ`ê û kampa Holê de nerîn hatin dabeşkirin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser ji beşdarên civînê daxwaz kirin ku di vê derbarê de bi Rêveberiya Xweser re bikevin nava hevkariyê û pêwîste hemû welat hemwlatiyên xwe ji jin û zarokan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûc ne kirine werbigirin.

Li aliyê din jî mijara dadgehkirina çeteyên DAIŞ û jinên wan ên li herêmê sûc kirine hate nîqaşkirin.

Nûnerên Rêveberiyê her wiha daxwaz kirin ku piştgiriya aborî û ewlekarî ji Rêveberiya Xwesr re were pêşkêşkirin da ku kampa Holê were dabeşkirin û rê li pêşiya derketina qaçaxî were girtin.

Li aliyê din jî ji beşdaran hate xwestin ku piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin da ku ewlekarî pêk were û girtiyên DAIŞ`ê werin dadgehkirin.

Ebdulkerîm Umer: Hevdîtin erênî derbas bûn

Hevserokê Desteya Karê Derve Ebdulkerîm Umer derbarê hevdîtinê de got ku bersivdayîneke erênî ji daxwazên Rêveberiya Xwese re hebû û nerîneke hevpar ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser û sivikirina barên wê di wan dosyan de hate dîtin.

Back to top button