Mehmûd Hebîb: Erka xweparastinê erkeke pîroz e, li hember dijmin xaka herêmê diparêze

Fermandarê Lîwa El-Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb diyar kir ku ji bo piştgiriya QSD`ê û pêkanîna projeya demokratîk, pêdivî bi erka xweparastinê heye. Ew erkeke pîroz e, parastina herêmên xwe esas digire.

Fermandarê Lîwa El-Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb têkildarî tevliheviyên ku derbarê erkaxwepastinê de tên pêşxistin axivî.

Mehmûd Hebîb diyar kir ku erka xweparastina pêdiviyeke dest jê nayê berdan e û got:

“Ji bo em axa xwe ji heralî ve li dijî dagirkeran biparêzin pêwîstî bi leşkerîya erka xweparastinê heye, divê ciwanên herêmê jî bi vê erka xwe rabin.”

Hebîb dazanîn ku hikumeta Şamê ji bo vegerandina hermên jidestçûyî, hewl dide tevliheviyan derxîne.

Di heman çarçoveyê de, Fermandar daxuyakirin ku têgihiştina şêniyên Minbicê, rûsipî û Meclisa Leşkerî rê li ber mezinbûna tevliheviyê girtin û tekez kirin ku Rêveberî li gorî daxwazên gel tevdigere.

Back to top button