Hevserokê Çandiniyê: Tê payînkirin îsal em 500 hezar ton genim werbigirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûryê ji bo wergirtina gerim di navendên genim de, tevî berhemên kêm jî lê genim ji cotkaran hat wergirtin. Rêveberiyê tekez kir ger berhem debara gel neke, ew ê li çareseriyine din bigerin.

Hevserokê Desteya Çandiniyê Selman Barûdo destnîşan kir ku tê xwestin em ne kêmî 500 hezar ton genim werbigirin.

Selan Barûdê ji ajansa Hewarê re diyar kir ku tevî rêjeya zêde ya zeviyên bejî jî, lê serjimêriyên ji hêla lecneyên çandiniyê ve hatine, tekez dikin ku 300 hezar hektarên zeviyên avî çandî ne.

Li gorî Barûdo 170 hezar ton genim ê sala borî di navendan de ne.

Her wiha Hevserok tekez kir ku ji bo dabînkirina debara xwebixwe ew li çareseriyne din jî digerin.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê li Dêrikê 2 hezar û 600 ton genim wergirt

Kampaniya Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrikê heta niha 2 hezar û 600 û ji navenda Til Elo jî 560 ton genim ji cotakaran wergirtine.

Têkildarî mekanîzmaya veguhastina hilberînan hevserokê kampaniya Pêşxistina Civaka Çandiniyê Şivan Delî diyar kir ku îsal çawanî û pileya genim çawa be jî tê wergirtin.

Back to top button