Biden beriya civîna NATO bi Stoltenberg re li Koşka Spî civiya

Beriya civîna lîderên NATO, Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg berê xwe da Waşîngton û li gel Serokê DYA Biden civiya.
Stoltenberg û Biden careke din îşaret bi girîngiya NATO ya ji bo Ewropa û DYA kirin.
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê DYA Sullivan jî ragihand ku wê Biden û serokomarê Tirkiye Erdogan jî bi hevre bicivin.
Sullivan got,
Mijarên serke wê niqaşkirina fikrên cuda yên navbera aliyan de be.

Bi nêzbûna civîna lêderên NATO re, tevgera danûstandinan zêde bûye.

Beriya civîna ku 14’ê Hezîranê were lidarxistin, Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg li Koşka Spî bi serokê DYA Joe Biden re civiya.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî civîna Biden û Stoltenberg agahî da.

Psaki anî ziman ku Biden îşaret bi hevkariya xurt ya navbera hevalbendên NATO de kiriye.

Biden û Stoltenberg li ser girîngiya destpêşxeriya 2030 ya NATO yê derbarê hevhatina tifaqê bi pêşbaziya stratejîk û şerê dijî gefên navneteweyî yên wekî guherîna avhewa û êrişên sîber li hev kirin.

Di daxuyaniya Koşka Spî weşandî de, li ser navê Stoltenber jî wiha hate gotin:

“NATO yek xurt jibo Ewropa baş e, di heman demê de ji bo DYA jî baş e. Ti hêzeke sereke bi qasî DYA di NATO de heval û hevalbendên xwe tune. Ez li bende me ku birêz Biden li Bruksel pêşwazî bikim. Hevîdtina me gelek baş derbas bû.”

Jens Stoltenberg keyfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina Biden û Pûtîn ya piştî civînê anî ziman û wiha domand:

Hevdîtina bi Rûsya re ne cihê bêhêzbûnê ye.

Em bihêzin û likêleka hevin.

Stoltenberg balkişand li ser metirsiya mezinbûna Çînê û fikarên xwe jî anî ziman.

Biden û Erdogan wê hefteya pêş li ser “nêrînên cûda” nîqaş bikin

Her wiha ji Koşka Spî daxuyaniyek din ya derbarê civîna Serokê DYA Joe Biden ya li gel Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan jî hate dayîn.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya DYA Jake Sullivan di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku wê Biden û Erdogan, li ser mijara Sûriye, Efxanistan, Rojhilatê Derya Spî, Îran û mijarên din yên herêmî hevdîtinekê pêk bînin.

Di cîvîna ku hefteya pêş de were lidarxistin, wê cudahiyên fikrî yên navbera Waşîngton û Enqerê de werin nirxandin.

Back to top button