HPG: Artêşa Tirk cih û warên sivîlan bombebaran dike

Dewleta Tirk a dagirker ku bê navber êrîşî başûrê Kurdistanê dike ji aliyekî ve xwezaya wê talan dike û li aliyê din jî cih û warên sivîlan dike hedef.
HPG’ê diyar kir artêşa Tirk gundên başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Li aliyê din HPG’ê diyar kir ti têkiliya hêzên wan bi buyera li Dêrkarê re nîne.

Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîlayên Kurdistanê nikare bi pêş de biçe û rojane windahiyên mezin dide, êrîşê dibe ser cih û warên sivîlan.

Heta niha bi dehan gund bi balafir û helîkopterên şer hatine bombebaran kirin û malên welatiyan wêran bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker yên li başûrê Kurdistanê zerar gihiştiye mal û milkên welatiyan û ev agahî parve kir,

“Têkiliya hêzên me bi buyera ku li nêzî Dêrkarê ku di serê sibê de pêk hat re nîne.
Di encama êrîşên artêşa Tirk ya dagirker de gelek bax û baxçeyên gelê me yê başûr zerar dîtiye. Şewatên ku ji ber van bombebaranan şewatên ku derketin ziyaneke mezin li qadên daristanî bû.”

HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Hat diyar kirin 7 û 8’ê Hezîranê qadên Derarê, Kêste, Girê Zendûra yên herêmên Metîna; qadên Werxelê, Mamreşo û Mervanos yên herêma Avaşînê; qada Kurê-jehro yê herêma Zapê û qada Meyrokê ya herêma Garê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

HPG’ê diyar kir ji ber van bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Hat diyar kirin şewata ji ber bombebaranê a li qada Kurojehro derketiye hê jî dewam dike.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên ku di 25’ê Nîsanê de li herêma Avaşînê şehîd bûne eşkere kir.

Hat diyar kirin Ronahî, Nesrîn, Berfîn, Marya, Demhat û Dew-ran di nava nemirên Kurdistanê de cihê xwe girtin û bûn sembola azadiya pêşeroja gelê Kurd.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re xwest û diyar kir ku ewê armancên şehîdan di têkoşîna xwe de pêk bînin.

Back to top button