Meclisa Gel a Mexmûrê bang li raya giştî kir ku li hemberî êrîşan xwedî helwest be

Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bang li Neteweyên Yekbûyî û Raya Giştî ya Cîhanê kir ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwest û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.

Daxuyanî bi amadebûna bi sedan ji şêniyên Mexmûrê ji hêla hevserokê Dîwana Meclîsa Gel Elî Urek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew bi sedema polîtîkayên dewleta Tirk ev 28 sal in penaber bûne û bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû man û gelek bedel ji dest dane.

Bang bang li Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Koç û Koçberan, hikumeta Îraqê hat kirin ku li hemberî van êrişên li ser Mexmûrê xwedî helwest bin û bi berpirsyariyên xwe rabin.

Back to top button