Jimara kesên di qezaya trena li Pakistanê de mirîn gihişt 63’an

Bîlançoya jimara miriyên di qezaya doh li parzêgeha Sindh a Pakîstanê qewimî gihişt 63’an.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, piştî ku di lêgerîn û rizgarkirinê de cenazayê 11 kesên din hatin dîtin, jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 63’an.

Di encama qezaya trênê de zêdeyî 100 kes birîndar bûn.

Rewşa hin birîndaran giran e.

Ji aliyek din ve, wezîrê rêyên hesinî Mohammed Azam Xan Swatî, ku li devera qezayê lêkolînan kir, diyar kir ku dê lêpirsînek berfireh bête kirin û berpirsiyar bêne cezakirin.

Li ser ka ew ê îstifa bike an na, Swati got, “ger mirî vegerin” ew amade ye ku îstifa bike.

Li herêma Gotki ya eyaleta Sindh, duh danê sibehê, wagona trêna rêwiyan ji cîh derket û li trenek rêwî ya din a ku pêşberî wiya dihat qelibî.

Back to top button