Çavdêriya Sûrî: Çeteyên Tirkiyê di girtîgehên xwe de destdirêjî li jinan dikin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li Efrîna dagirkirî di girtîgeha Maratê ya jinan a di bin kontrola dewleta Tirk de çete destdirêjî li jinan dikin.

Li gorî Çavdêriyê, serçeteyê bi navê Ebû Riyad ê girêdayê koma ” Polîsa Leşkerî ” destdirêjiyê li jinanên di girtîgeha Maratê de dike.

Çavdêriyê diyar kiribû ku li Efrînê û navçeyên wê zêdetirî 20 girtîgeh hatine avakirin, piraniya wan dibistan bûn, çeteyan veguhrandin girtîgeh.

Çavdêriyê diyar kir ku ev girtîgeh di bin çavdêriya dewleta Tirk de ne û çete hemû cureyên êşkenceyê li dijî sivîlan pêk tînin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê jî eşkere kiribû ku di girtîgeha çeteyên dewleta Tirk de 151 sivîl di bin êşkenceyan de hatin kuştin.

Back to top button