Partiyên siyasî yên kurdî banga lidarxistina kongreya neteweyî kir

Partiyên siyasî yên kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê; derbarê êrîşên dewleta Tirk ên dawîn banga lidarxistina kongireyeke netewî ku rê li xeteriya dagirkeriyê bigire; kirin.

Partiyên siyasî yên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê anî ziman “Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên bi bihaneya PKK’ê, sivîl, gerîlla û di dema dawî de pêşmerge arnmanc girt da fitneyê navbera aliyên kurd de derxîne.”

Partiyan eşkere kir Tirkiye hêzên kurdistanî li dijî hev bi kar tîne û ji bo têkbirina hebûna Kurdan li çar beşan, niha di nav hewildana derxistina şer deye.

Partiyên Kurd yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawiyê bang li PDK’ê û partiyên siyasî kirin ku nekevin xefka nakokiyên hundirîn û dest bi destpêşxeriya çareserkirinê bi kongireyekê netewî bikin.

Back to top button