Îsraîlê bi mûşekan nuxteyên leşkerî yên hikûmeta Şamê kir armanc

Artêşa Îsraîlê şeva borî bi mûşekan deverên leşkerî yên hikûmeta Şamê armanc kirin, di encamê de 10 kesên bi aer artêşa Şamê ve hatin kuştin.

Ragihandina Hikûmeta Şamê eşkere kir “Sîstema wan a parastina esmanî bersiva êrîşên muşekî yên di ser lubnanê re ber bi herêmên Sûriyê de hatin avîtin dane û muşek bêbandor kirine.”

Derbarê encama topbranê de jî ajansa fermî ya Hikûmeta Şamê diyar kir ku ziyanên madî derbarê êrîşên mûşekî de çêbûye.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan jî ragihand ku ji ber êrîşa Îsraîlê teqînên mezin li paytextê Şamê û derdora wê çêbûne.

SOHR da zanîn ku li gorî Frens Prees 10 leşker hatin kuştin, ji wan 7 ji nasnameyên ne sûrî ne, û bi sedema birînên giran, dibe ku jimara kuştiyan zêdetir bibe.

Çavdêriyê her wiha destnîşan kir ku êrîş li paytextê û herêma di navbera Humis û Tertûs de li dijî baregehên leşkerî, tê payînkirin ku ên Hiz Ellah in pêk hatiye.

Back to top button