Endama Komîteya Amadekar a Meşa Rûmetê Perwîn Yûsif diyar kir ku Li dijî dagirkerî û bêbextiyê li dijî bêdengiya cîhanê li ser êrişên dewleta Tirk a qirker divê em bi deh hezaran li qadan bin
Perwîn Yûsif bang li şêniyên herêma Cizîrê kir ku tevlî meşê bibin.
Êrişên dagirkirî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin.
Ji bo şermezarkirina êrişan, gelên Rojavayê Kurdistanê li ser piyan e.
Bi insiyatîfa gelê herêma Cizîrê, dê di 10`ê Hezîranê de bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û bêbextiyê meşa rûmetê” meşeke girseyî dê bê li darxistin.
Endama Komîteya Amdekar Perwîn Yûsif armanca lidarxistina meşê eşkere kir û diyar kir ku li dijî bêbextiyê û bêdengiya cîhanî meşeke bi heybet dê pêk were.
Endama Komîteya Amadekar diyar kir ku dê meşa rûmetê di heman demê de ji bo şermezarkirina îxaneta PDK`ê ya li hemberî PKK`ê ye û wiha domand:
Perwîn Yûsif: Dewleta Tirk dixwaze bi destê Kurdan şerê birakujiyê biqewime
Perwîn Yûsif behsa amadekariyên meşê kir û ev tişt anî ziman:
Endama Komîteya Amadekar a Meşa Rûmetê Perwîn Yûsif ev bang li şêniyên herêma Cizîrê kir:
Tê payîn ku wê bi dehhezaran şêniyên herêma Cizîrê ji çerxerêya Osman Sebrî heta stada 12`ê Adarê bimeşin, piştre dê meş veguhere mitîngekê.