PKK: Divê hêzên kurdistanî tevlî berxwedana dîrokî a li dijî dagirkeriyê bibin

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku statuya Başûrê Kurdistanê, bi xwedîderketina li berxwedêrana dîrokî a li dijî dagirkeriyê dikare bê parastin. PKK’ê ji bo têkbirina dagirkeriyê bang li hemû hêzên Kurdistanî û gelê Kurd kir ku bi gerîlayan re bin û tevlî berxwedanê bibin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê û berxwedana dîrokî ya gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker di şexsê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de êrişî gel, xweza, ziman, çanda Kurdistanê û yekîtiya neteweyî dike û destnîşîan kir gerîla jî bi berxwedaneke fedayî, ji bo parastina rûmeta neteweyî û nirxên bingehîn ên gelê Kurd şer dikin.

PKK’ê da zanîn dewleta Tirk li pêşberî berxwedana gerîla ji hev ketiye û wiha got,

“5’ê Hezîrana 2021’ê êriş bir ser kampa Mexmûrê ya ku di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê de ye. Tevî ku dewleta Tirk berpirsyarê vê êrişê ye, dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ji ber bêdengiya xwe ji van êrişan berpirsyar e. Nepêkane ku bêyî destûra van hêzan, dewleta Tirk qada hewayî bi kar bîne û êrişê bike.”

PKK’ê diyar kir ji bo rawestandina van êrişan berpirsyarî dikeve ser milê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Iraq, hikumeta herêmî ya Kurdistanê û PDK’ê.

PKK’ê bal kişande li ser buyera li Metîna ku di encamê de 5 pêşmergereyan jiyana xwe ji dest dan û her wiha buyera li Dêrkarê û diyar kir PDK’ê bi zanebûn xwest van bûyeran bixe stuyê hêzên HPG’ê.

PKK di vê derbarê de wiha got,

“Hêzên gerîla 46 roj in li dijî dewleta Tirk a dagirker bi qehremanî li ber xwe dide. Ev nûçe hemû nerast in û dagirkeriya dewleta Tirk rewa dike. Her wiha ji bo pêşîgirtina li têkçûna dewleta Tirk e. Em van nûçe û daxuyaniyên bêbingeh û derew ku di çarçoveya zimanê şerê taybet ê dewleta Tirk de gerîla û tevgera me dike hedef şermezar dikin.

PKK’ê da zanîn ku nayê qebûlkirin ku ev hêz qadên ku 25 sal in di destê gerîlayan de ye bixwaze bi dest bixe û provokasyonan bike.

PKK’ê bang li PDK’ê kir ku hêzên xwe ji Metîna û qadên Berbizina vekişîne.

PKK’ê da zanîn Statuya Başûrê Kurdistanê û jiyana wê ya azad û demokratîk wê ne bi bêdengiya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, wê bi piştgiriya hêzên ku li hemberî wê li ber xwe bidin pêk bê.

“Ev jî erka Parlementoya Başûrê Kurdistanê ye. Parlementoya Başûrê Kurdistanê li hemberî bûyeran divê bi hestiyariya welatparêziya Kurd nêzik bibe û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk banga berxwedanê li hemû partiyên Başûrê Kurdistanê bike. Em bang dikin ku divê ev hêz dûrî hemû hewldanên li hemberî yekîtiya neteweyî bin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê di dawiyê de bang li hemû hêzên Kurdistanî û gelê Kurd kir ku bi gerîlayan re bin û bi hev re dagirkeriyê têk bibin.

Back to top button