HPG: Li Avaşîn û Xakurkê 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî dimeşinin û rojane derbên giran li artêşa Tirk didin.
HPG’ê ragihand gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li Avaşîn û Xakurkê li dagirkeran xist.
HPG’ê diyar kir di encama çalakiyên gerîla de herî kêm 13 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Nêzî 50 roj in artêşa Tirk a dagirker êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Gerîlayên Kurdistanê jî li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn, Heftenîn û Xakurkê rojane bi çalakiyan derbên giran li dagirkeran didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; 8’ê Hezîranê li herêma Metînayê ji hewayê bi serkeftî li dagirkerên li ser Girê Azad xistin.

HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de rêze çalakî pêk anîne û ev agahî parve kir;

“7’ê Hezîranê li herêma Xakurkê, li dijî dagirkerên li ser Girê Lêlikanê çalakiyek hate lidarxistin û herî kêm dagirkerek hate kuştin.

Heman rojê li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl dan bikevin tunelên şer ên li qada Werxelê çalakî hate lidarxistin û di encamê 2 dagirker hatin kuştin.

9’ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku hewl dan bikevin tunelên şer ên li qada Werxelê ya herêma Avaşînê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de 10 dagirker hatin kuştin û 3 dagirker jî birîndar bûn.”

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafiran êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.

Hat diyar kirin 8’ê Hezîranê herêmên Garê, Xakurkê, Avaşîn û Zapê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.
HPG’ê diyar kir ji ber bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button