Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din ji ber Coronayê mirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane, 3 jin û mêreke.

Mistefa diyar kir ku 105 kes din bi nexweşiyê ketine û 2 kesên ku pêketine jî baş bûne.

Bi van daneyan re hejmara pêkhateyên vîrusa Coronayê li herêmê gihaşt 18 hezar û 166.

Ji wan 741 kes jiyana xwe ji dest dane û hezar û 839 kes jî baş bûne.

Back to top button