Li Cindirêsê ya Efrînê du sivîlên temen mezin hatin êşkencekirin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker du kesên temen mezin êşkence kirin û mala wan talan kirin.
Tora Çalakvanên Efrînê jî diyar kir di nava 5 mehan de 21 kes li Efrînê hatine kuştin.

Malpera Afrinpost ragihand ku li navenda navçeya Cindirêsê, çeteyan şêniyê bi navê Ehmed Hesen Reşkêlo ê 77 salî û hevjîna wî êşkence kirin û mala wan talan kir.

Roja dûşema borî, çeteyan avêtin ser mala Ehmed û destê wî û hevjîna wî a bi navê Fehîme kelepçe kirin û bi tundî êşkence li wan kirin.

Malperê diyar kir ku çeteyan ji malê derdora sed dolar û 30 teneke zeyt dizîn û dest danîn li ser zêrên Fehîme yê.

Di nav 5 mehên dawî de 21 kes li Efrînê hatin kuştin

Tora Çalakvanên Efrînê jî ragihand ku ji destpêka vê salê heya dawiya meha Gulanê, dagirkeran 21 kes li Efrînê kuştine.

Li gorî Tora Çalakvanan, di nav sivîlên kuştî de 3 zarok, 3 jin û 6 sivîlên temen mezin hene.

Back to top button