Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêra Zorê: Divê kes li pey fitneyan neçe

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêra Zorê derbarê hewldanên tevliheviyê yên li Minbicê bang li gelên herêmê kir ku li pey fitine û lîstokan neçin. Komîteya Jinê ya Meclisa Firatê jî diyar kir ku ew ê rê nedin ku tu kes ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Li Minbicê, piştî hewldanên derxistina tevlihevî û têkbirina aramiya herêmê, gelek bertek ji sazî û pêkhateyên Bakur û rojhilatê Sûriyê derketin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Rojhilat a Dêra Zorê der barê tevliheviyên ku li Minbicê derketin, daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniyê de bûyerên li Minbicê ku bi destê sîxûrên Hikûmeta Şamê hatin kirin şermezar kir û sersaxî ji malbatên kesên ku di nav wan tevleheviyan de jiyana xwe ji dest da, xwest.

Meclisê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li pey fitine û lîstokên ku tên derxistin neçin, her wiha bang li gelê Minbicê kir ku xwedî li şehîd û destkeftiyên xwe derkevin.

Komîteya Jinê ya Meclisa Firatê: Em ê rê nedin ku kes aramiya Minbicê têk bibe

Li aliyekî din, Komîteya Jinê ya Meclisa Firatê bi daxuyaniyekê bûyerên tevliheviyê ku li Minbicê qewimî, şermezar kir û weke komployekê bi nav kir.

Komîteya Jinê diyar kir ku aramî û ewlehiya li herêmê û hevkariya gel bi QSD’ê re hişt ku hêzên derve yên ku naxwazin herêm di nava aramiyê de bijî, bihêrs bibe, lewre ev tevlihevî derxistin.

Komîteya Jinê ya Meclisa Firatê diyar kir ku ew ê li kêleka gelê Minbicê bisekinin û rê nedin tu kesî ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Back to top button