Derbarê bûyera 5’ê Hezîranê a li herêma Metîna ku di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.
heyetek ji parlamenterên Iraqê û Başûrê Kurdistanê lêkolînên xwe didomîne.
Endamê Heyetê Şaxewan Reûf diyar kir ku îro wê lêkolîn bi dawî bibe û têkildarî rewşa herêmê raporekê amade bikin û piştre parve bikin.
Serokê Lijneya parlamentoyên Iraq û Başûrê Kurdistanê Mehemed Riza El-Heyderî got ji bo pêşîgiritina li Tirkiyê divê li herêmê baregeh werin çêkirin.
Li Metînayê roja 5’ê hezîranê wesayiteke zirxî ya pêşmergeyan rastî êrîşekê hat û berpirsên PDK’ê jî berpirsyariya vê bûyerê xistibû stuyê HPG’ê.
HPG’ê jî bi daxuyaniyekê li ber îdîayan rabû û xwest bûyer ji aliyê komîsyonek serbixwe ve bê lêkolînkirin.
Piştî vê daxuyaniya HPG’ê, heyetek ji parlamenterên hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê duh serdana gundên li Metînayê kir û lêkolîn kir.
Heyetê duh li wir lêkolînên kir.
Endamê Heyetê û Parlamenterê Tevgera Goran Şaxêwan Reûf ragihand ku wê heyet îro serdana bajaroka Amêdiyê bike û ji nêzik ve rewşa herêma sînor bişopînin.
Şaxêwan Reûf eşkere kir ku îro wê lêkolîna heyetê bi dawî bibe û têkildarî rewşa herêmê raporekê amade bikin û piştre parve bikin.
Reving Hirorî: Ji ber êrîşên Tirkiyê ziyaneke mezin gihaştiye herêmê
Bi navê desteyê Serokê Komîsyona Karên Pêşmergeyan Reving Hirorî jî eşkere kir ku wan hevdîtin bi Waliyê Duhokê, rûspiyên Zaxo, Derkar û Batîfayê û keyayên herêmê re kirine.
Reving Hirorî got:
“Ji ber êrîşên dewleta Tirk xelkên deverê malûmilkên xwe berdane, ziyaneke mezin gihaştiye herêmê.
Divê operasyonên leşkerî werin rawestandin û derveyê hêzên herêmê û yên Iraqê em hebûna hezeke din li vir rast nabînin”
Mehemed Riza El-Heyderî: Ji bo pêşîgiritina Tirkiyê divê li herêmê baregeh werin çêkirin
Serokê Lijneya parlamentoyên Iraq û Başûrê Kurdistanê Mehemed Riza El-Heyderî jî diyar kir ku ew çûne Hewlêrê ji wir jî li gel şandeya Başûr çûne ser sînorê Zaxo ya li sînorê Başûrê Kurdistanê Tirkiyê.
Mehemed Riza El-Heyderî destnîşan kir ku wan bi çavên xwe dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka herêmê dîtiye.
El-Heyderî anî ziman ku pêwîstî heye ku ew hêz û lojîstîk bişînin vê herêmê û baregehan çêbikin, ger wisa were kirin wê karibin pêşiya Tirkiyê bigirin.