Zelensky: Moskowa ji 105 hezar leşkeran tenê 11 hezar vekişandiye

Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelensky got, ji 105 hezar leşkerên Rûsî yên li ber sînor, tenê 11 hezar hatine vekişandin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê Vladimir Zelenskiy bi Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau re peywendiyek telefonî pêk anî.

Zelenskiy û Trudeau berî civînên G7 û NATO di derbarê rojevê de axivîn.

Serokdewletê Ukrayna di derbarê rewşa Donbas de agahî da Trudeau, teqez kir ku jimara leşkerên ku Rûsya ji sînorê Ukraynayê vekişandiye têrê nake.

Vladimir Zelenskiy diyar kir ku Moskowa ji 105 hezar leşkerên Rûsî, tenê 11 hezar vekişandine.

Zelenskiy ji bo çareseriyeke aştiyane, bal kişand ser girîngiya sepandina zexta navneteweyî ya li hember Rûsyayê.

Trudeau di heman demê de piştgiriya xwe ya bêhempa ya ji bo yekparbûna axa û serweriya Ukrayna dubare kir.

Back to top button