Serokê DYA Biden dest bi serdana xwe ya 7 rojan li Ewropa kir

Serokê DYA Joe Biden piştî hat ser rêveberiya welat, yekemîn car serdana xwe ya ji bo Ewropa pêk anî. Biden beriya civîna lîderên NATO dest bi gera xweya ku wê 7 rojan dewam bike, kir.

Nûçegihanê tora Bloomberg Koşka Spî ragihand ku Biden dest bi gera xwe ya li Ewropa kir.

Bloomberg diyar kir ku Biden wê serdanên xwe yê li 3 welatên Ewropa pêk bîne.

Rawestgeha despêkê ya Biden Brîtanya ye.

Di serdana li welat de, Biden wê beşdarî civîna G7 bibe.

Piştre, Biden dê berê xwe bide Bruksel û li wir ew ê beşdarî Civîna Bilind a NATO’yê bibe.

Tê payîn ku Biden li wir bi serok û rêveberên gelek welatên YE re bicive.

Biden dê di dawiya serdanê de bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin re li Cenevreyê bicive.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî daxuyakirin ku ti bendewariyek wan ya zêde ji civîna navbera Biden û Putin wê nîne.

Back to top button