Şandeya HDP’ê: Erdogan ji zarokên Mexmûrê ditirse

Şandeyeke nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê serdana Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir û piştgiriya xwe bi berxwedana Mexmûriyan re nîşan da.

Şande lii Şaredariya Gel a Mexmûrê hate pêşwazîkirin.

Li Şaredariyê li ser navê şandeyê Nahide Ermiş axivî û got:

“Em ji bo gelê xwe têkoşinê nemeşînin, wê ti kes ji bo me berxwedan û têkoşînê nemeşîne.

Divê di serî de em berxwedanê bikin ku gelên din ên bindest piştgiriya me bikin.”

Piştre şande derbasî cihê ku 5’ê Hezîranê ji aliyê dewleta Tirk de êrîş pêk hat.

Ji endamên şandeya HDP’ê Mizgîn Arîn axivî û got ku Erdogan ji zarokên Mexmûrê ditirse ji ber wê van gefan dike, lê belê wê neghêje armanca xwe.

Paşê şende çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan.

Back to top button