YPG’ê nasnameyê 3 şervanê xwe ku li Efrînê di Berxwedana Serdemê de gihiştine asta şehadetê, eşkere kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe ku di sala 2018’an li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn, eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, têkoşîna ku li hember hêzên paşverû û dagirker yên ku dijminê mirovahiyê ne, hat meşandin.
Şoreşa Rojava paşverûtiyê DAIŞê hilweşand, nirxên mirovahiyê parast û nirxên demokratîk diyariyê hemû cîhanê kir.
Lehengên ku hovitiya DAIŞê hilweşandin, vê car jî li Efrînê li hember dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanên bêhempa nîşan dan.
Di vê têkoşînê de qehremantiyên pir mezin û dîrokî derketin hole û bi hezaran keç û xortên vî welatî ji bo parastina nirxên mirovahiyê xwe feda kirin.
Em ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan didin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
EFRÎN – ADAR 2018