Li Şengalê goreke komî hate dîtin

Li Şengalê goreke ku cenazeyên 11 kesan tê de bû hate dîtin.

Saziya Tipa Edlî ya Nînovayê ragihand ku li Şengalê goreke komî a ku têde cenazeyên 11 kesan heye, dîtine.

Hate diyarkirin ev kes di Tebaxa 2014’an de, di dema êrîşa DAIŞ’ê a li ser Şengalê de hatine kuştin.

Heta îro li Şengal û derdora wê herî kêm 85 gorên komî yên Êzidiyan hatin dîtin.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran hatin revandin.

Heta niha aqûbeta bi hezaran kesên winda nayê zanîn.

Back to top button