2 ZAROKÊN ÊZÎDÎ RADESTÎ MALA ÊZIDIYAN HATIN KIRIN

Şervanên QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de û bi taybet li Baxozê gelek Êzidî rizgarkirin.
Niha jî ew Êzidî bi rêya mala Êzidiyan a herêma Cizîrê radestî malbatên wan têne kirin.
Herî dawî 2 zarokên ku li kampa Holê diman radestî mala Êzidiyan hatin kirin, da ku derbasî Şengalê werin kirin.
Emîne Kalo ya 42 salî jî behsa serpêhatiya xwe kir û diyar kir ku ew ê her minetdarên QSD’ê bimînin.

Şervanên QSD’ê di pêngava bi dawî anîna çeteyên DAIŞ’ê ya Baxozê de gelek jin û zarokên Êzidî rizgar kirin.

Jin û zarokên ku hatine rizgarkirin kom bi kom radestê Mala Êzidiyan ya Kantona Cizîrê tên kirin û ji wir jî derbasê Şengalê tên kirin.

Du zarokên Êzidî, Neşet Ela û Selam Hisên ku li kampa Holê diman, ji bo bidin malbatên wan radestê Mala Êzidiyan ya Kantona Cizîrê hatin kirin.

Li gorî agahiyan, hîna gelek Êzidiyên din li bendê ne ku derbasî Şengalê bibin.

Û tê gotin wê di van rojên pêş de werin derbas kirin û radestî malbatên wan werin kirin.

Ji ber korîdora mirovî di navbera Rojava û Şengalê de ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye girtin, gelek caran astengî ji bo derbaskirin derdikevin.

JINA ÊZIDÎ EMÎNE KALO: EM MINETDARÊN ŞERVANÊN QSD’Ê NE

Doh jî Mala Êzidiyan 3 jin Êzidî yên ji gundê Koço radestî Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan a Şengalê kirin.

Yek ji wan jinan jî jina bi navê Emîne Kalo ye.

Şervanên QSD`ê ew di kêliyên dawî de ji çeteyan rizgar kirin.

Emîne 42 salî ye, 3 zarokên wê hebûn û heta niha li ser zarokên xwe ti agahî ne girtiye.

Emîne diyar kir ku wê gelek êş û azar ji destê çeteyan dît û got:

Ez li Reqayê 3 caran hatim firotin.

Piştî şervanên QSD’ê Reqayê rizgar dikin, ez bii darê zorê birim kampa Baxozê.

Li Baxozê çeteyan xendek bi me didan kolandin.

Piştî şer dijwar bû av û nan jî li ser me qut kirin.

Emîne Kalo dest nîşan kir ku dema dijwarbûna şer wan hewl da birevin lê çeteyan ew kirin hedef.

Lê dawiyê şervanên QSD’ê ew rizgarkirin.

Emîne Kalo ya 42 salî dawiyê spasiya QSD’ê kir û got:

Em minetdarên wan in.

Leave a Reply

Back to top button