Şandeya KNK bi nûnerên PYD’ê re civiya

Şandeya KNK’ê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de li gel Nûnerên PYD’ê yên li Başûrê Kurdistanê jî civiya.  Di civînê de li ser rewşa Kurdistanê bi giştî û giringiya yekrêziya netewî axivîn.

Hevdîtinên şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li Silêmaniyê didome, şande di saetên êvarê de serdana Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Silêmaniyê kir.

Di civînê de li ser rewşa her çar parçên kurdistanê, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê axivîn.

Her wiha diyarkirin ku divê pirsgirêk û nakokiyên nava aliyên Kurdî de bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Her wiha her du alî hemfikir bûn ku metirsî li ser Kurdistanê heye û ji bo parastina destkeftiyan jî pêwîstî bi yekrêzî û diyaloga navbera aliyên Kurdî heye.

Back to top button