Vê sibê li bajarê Cenîn şer destpê kir, 3 Filestînî hatin kuştin

Vê sibê li bajarê Cenîn ê Filîstînê di navbera hêzên Taybet ên Îsraîlê û çekdarên Filistînî de şer derket, herî kêm 3 çekdarên Filistînî hatin kuştin.

Saziyên ragîhandinê yên Filistînê têkildarî bûyerê ragihandin ku hêzên taybet ên Istaîlê êrîşî bajarê Cenîn kirin, Hêzên Filistînî jî bersiva wan dan û şer derket.

Di encamê de 2 jê fermandar 3 leşkerên Filistînî hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Li aliyê din çavkaniyên taybet jî ragihandin hêzên taybet ên Îsraîlê bi aramnca girtina hin kesan derbasî bajêr bibûn.

Di 6`ê gulana îsal de piştî aloziya di navbera xwepêşanderên Filistînî û hêzên Îsraîlî de şer derket.

Îsraîl Xeza bi dijwarî bombebaran kir. Piştî navbênkariya gelek aliyan di 21`ê gulanê de agirbest pêk hat.

Back to top button