Koçberên Êzidî piştî şewata kampa Şariya daxwaza çareseriyê dikin

Wezîra Koçberên Iraqî Îvan Faiq serdana kampa Şeriya koçberên Şengalê kir. Koçberên kampê li dijî serdanê derketin û diyar kirin hemû sozên piştî şewata kampê nehatiye pêkanîn. Koçberan gotin li şûna ku aliyên peywendîdar wan vegerînin warên wan, çeteyên kampa holê vedigerînin.

Wezîra Koçberên Iraqî Îvan faiq Serdana kampa Şariya ku koçberên êzêdî li dimînin û beriya niha şewitî bû kir.

Koçberên Kampê Îvan Faiq pêşwazî nekirin û li dijî serdana wê ya li kampê derketin û gotin:

“Sozê ku we da me hemû vala derketin, we sozên xwe yên ji bo vegera Şengalê pêkneanî. Dewsa ku hûn me vegerînin cih û warên me, hûn DAIŞ’ên di kampa holê de tînin di cihê me de bi cid dikin.”

Piştî bertekên koçberên kampa Şariya Wezîra Koçberên Iraqê di bin kontrola hêzên ewlehiyê li hampê hate derxistin.

Têkildarî mijarê,Cîgerê Dadgeha Şengalê Mihemed Xelîl axivî.

Mihemed Xelîl nepêkanîna zozên derbarê penaberan de rexnekir û got:

“Hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê derbarê pêkanîna pêdiviyên Êzidiyên Kampa Şariya de bibin ket.”

Her wiha Xelîl şewata kampa Şariya weke sucekî mirovahiyê pênasekir û diyar kir ku dê ji aliyê hiquqî de wisa bigrin dest.

Cîgerê Dadgeha Şengalê bang li rêxistinên navnetewî û aliyên peywendîdar kir da ku piştî şewata Kampê bi koçberan re alîkar bin û pêdiviyên wan pêk bînin.

Piştî şewata kampê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bang li êzidiyên di kampa Şariyayê de kir ku vegerin li ser axa xwe.

Di şewata kampa Şariya Dihokê de ku êzîdiyên şengalê lê diman 400 kon şewitîn.

Back to top button