Çeteyên Tirkiyê di rêya balafirgeha Hewlêrê re derbasî Behdînan û Soranê dibin

Dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe di rêya balefirgeha Hewlêrê re derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Li gorî ajansa Rojnewsê ragihand ku Tirkiyeyê çeteyên xwe ku dibirin Azerbaycan, Idlibê û Lîbyayê anha di rêya balafirgeha Hewlêrê re wan dibe herêmên Behdînan û Soran.

Çavkaniyan diyar kir ku çete ji Ammanê tên û li balafirgehê dadikevin.

Her wiha dan zanîn ku di balafirgehê de, çete di bin kontirola mîtên Tirkan û rayedarên PDK`ê de tên dabeşkirin.

Piştre çete ji devera Haciomeran û deverên Behdînan ên li nêzî Duhokê re tên şandin.

Di nav agahiyan de jî hate gotin ku di nav çeteyên hatine perwerdekirin ji aliyê dewleta Tirk ve hin kurd jî hebûn.

Beriya niha HPG û PKK’ê di hinek daxuyaniyên xwe de ragihandibûn ku dewleta Tirk çeteyên ku li Lîbya, Ermenistan, Sûrî dabû şerkirin li dijî wan jî dide şerkirin û di çiyayên başûrê kurdistanê de bi cih dike.

Back to top button