REUTERS: EMERÎKA ŞANDINA ALAVÊN TEMAMKIRINA F-35 JI BO TIRKIYÊ RAWESTAND

Dewleta Tirk idia dike ku, ew him xwe ji bo kirîna fuzeyên S-400 ji Rûsya amade dike û him jî amadekariyên xwe ji bo kirîna balafirên F-35 ji Emerîka didomînin..
Lê belê Emerîka daxuyaniyên cuda dide van idiayên Dewleta Tirk.
Herî dawî Emerîka got, wê alavên ji bo bikarînîna balafirên F-35 ji Tirkiyê rawestîne.

Du çavkaniyên Emerîkî ji Reuters re ragihandin ku, Emerîka mesaj ji Tirkiyê re şandiye ku, di rojên pêşî de, wê Tirkiyê alavên temamkirin û bikaranîna balafirên F-35 bi dest nexe.

Birayr bû ku di dema pêşî de, hemû alavên temamkirina her tişên F-35 bighêjin Tikriyê.

Lê belê Emerîka gelek caran hişyarî dabû Tirkiyê ku, eger fuzeyên S-400 ji Rûsya bikire, wê bandorê li têkiliyên wan ên leşkerî bike.

Heman çavkaniyan ji Reutersê gotin, karwana alavan ji bo perwerdekirinê û gihandina alavên F-35 ji Tirkiyê re hat rawestandin.

Beriya niha Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê gotibû, Emerîka di vê mijarê de bi nakok e.

Di heman wextê de, herî dawî ragihandin ku, wê di meha Tîrmehê de fuzeyên S-400 wer bigirin.

Navenda Navdewletî ya Lêkolînên Stratejîk dibêje ku, Emerîka Fuzeyên Rûsî ji bo xwe xeter dibîne û ji bo wê ne girîng e kîjan alî van fuzeyan bikar tîne.

Leave a Reply

Back to top button