KNK: Pêwîst e hemû Kurdistanî li dijî dagirkeriyê dengê xwe hildin

Li dijî dagirkeriyê, helwest û nerazîbûn roj bi roj berfirehtir dibin. Komîteya Diyaloga Navxweyî ya KNK’ê bang li hemû Kurdistaniyan kir ku li hemberî Tirkiyê helwesteke cidî bigirin. Lahor Şêx Cengî jî diyar kir ku, ew ê li dijî talankirina destkeftiyên Kurdan bêdeng nemînin.

Dewleta Tirkî bi her awayî êrîşên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike.

Her wiha hewl dide ku Kurdan bi hev bide şerkirin û kuştin.

Li dijî vê yekê, bertek û bangên yekhelwestiya Kurdan zêde dibin.

Di vê derbarê de, Komîteya Diyaloga Navxweyî ya KNK’ê bi daxuyaniyekê got:

“Em daxwaziyê ji hemû rêxistin, partî, kesayetî, rewşenbîr û akademîsyenên Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşên û hewldanên dagirkeriyê yên derxistina fitne û tevliheviyê navbera Kurdan, helwesteke cidî bigirin û rewşê aram bikin.

Pêwîst e hemû Kurdistanî hemberî dagirkeriyê dengê xwe hildin.”

Lahor Şêx Cengî: Em li dijî hewldanên têkbirina destkeftiyan bêdeng nemînin

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî di çarçoveya êrîşên dagirkeriyê de, anî zimên ew ê rê nedin ku dijmin Kurdan bi hev bide kuştin û destnîşan kir ku ew li hember hewldanên têkbirina destkeftiyan bêdeng nemînin.

Pêşmergeyên Dêrîn: PDK hewl dide tevgera azadiyê hilweşîne

Ji aliyê xwe ve, Pêşmergeyên Dêrîn jî anî zimên ku PDK li jêr fermana Enqereyê, hewla hilweşandina tevgera azadiyê dide, lewre divê her kes li hember van planan rabe û rê li ber hevkariya PDK’ê ya digel dagirkeriyê bigire.

Dr. Fayîq Gulpî: Şerê Kurd bi Kurd wê dawî li ezmûna Kurd bîne

Têkildarî heman mijarê Serokê Akademiya Siyaseta Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî jî diyar kir ku PDK li ser daxwaza Tirkiyê ketiyê vê şerê.

Dr. Fayîq Gulpî balkişand li ser vê gava xeter a PDK’ê û got:

“Şerê Kurd bi Kurd wê dawî li ezmûna Kurd bîne.

Ger PKK were têk birin dê Tirkiyê Hewlêrê jî dagir bike.

Xewna Tirkiyeyê girtina wîlateya Mûsil û Kerkûkê ye, ev yek di dema referandumê de jî baş xuya kir.

Hemû kurd li dijî şerê birakujiyê ye divê PDK vê yekê baş bibîne.”

Dr. Fayîq Gulpî bang li PDK’ê kir ku ji pêkanîna daxwazên Tirkiyeyê dûr bikeve, bi yekîtiya neteweyî li dijî siyaseta nerawa ya Tirkiyeyê bisekine.

Back to top button