Li Bajarê Reqayê,bi destpêkirina çinîna sebzeyan û daxistina wê ji sûkan re, nirxê sebzeyan ji sedî 50 daketiye.
Derbarê daxistina nirxên sebzeyan cotkar Mihemed El-Xelef ê diyar kir, cotkarên ku rêgeza xwetêrkirinê li herêmê pêk tînin divê pêştgiriya wan ji aliyên peywendîdar ve were kirin.
Girêdayî heman mijarî,bazirgan Ebdulkerîm El-Xelîl jî anî ziman “Hilberîna îsal rêgeza xwetêrkirinê ji hemû herêmên Rêveberiya Xweser re peyda kir û hinek bazirgan niha sebzeyan dişînin Kobanê, Hesekê û Qamişloyê jî.”
Ebdulkerîm El-Xelîl bi bîr xist ku mewsima çinîna sebzeyan li Reqayê gelek derfetên kar peyda dike.