PDK’ê 3 nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê li Hewlêrê girtin

Hêzên PDK’ê nûnerên Rêveberiya Xweser û yên PYD’ê ku ji bo mêvanên xwe pêşwazî bikin çûbûn Hewlêrê girt.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûr, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, hevserokê Meclisa Rêverber a Herêma Cizîrê, hevseroka PYD’ê û Meclisa Giştî ya PYD’ê ev bûyer şermezar kir û bang li PDK’ê kir ku tavilê endamên wan berde.

Di demekê de ku dagirkeriya Tirk êrîşên xwe dijî Başûrê Kurdistanê dewam dike, û hewldanên yekirina helwesta Kurdan beramberî van êrîşan tê kirin, PDK’ê piştevaniya êrîşan dike û her tim gavên ku dikevin xizmeta dagirkerên Kurdistanê diavêjê.

Îro jî, Hêzên PDK’ê 3 nûnerên rêveberiya Xweser û PYD li Hewlêrê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe çûbûn balafirgeha Hewlêrê, girtin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakûr Rojhilatê Suriyê Li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku nûnerê Rêvebriya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û 2 endamên pêwendiyûn PYD’ê li Hewlêrê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz îro dema ku diçûn pêşwaziya mêvanên xwe li balfirgeha Hewlêrê, ji hêla hêzên PDK`ê ve hatin girtin.

Rêveberên Nûnertiya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku heta niha tu agahiyek derbarê sedema girtinê de ji wan re nehatiye gotin û ev kiryar şermezar kir, her wiha bang li PDK’ê kir ku endamên wan bêne berdan û sedema girtina wan jî zelal bike.

Daîreya Têkiliyên Derve bang li PDK’ê kir ku girtiyan berde

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê diyar kir ku kiryarên bi vî rengî riya diyalogan lawaz dike û dikeve xizmeta ajandayên Dewleta Tirk a ku dixwaze kurdan bi hev bide şerkirin.

Daîreya Têkiliyên Derve bang li aliyên pewendîdar kir ku girtîyan berdin û li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigerin.

Meclisa Giştî ya PYDê’ jî bi daxuyaniyekê ev zêdegaviya PDK’ê şermezar kir û diyar kir ku ev yek dikeve xizmeta dijminên Kurdan.
Meclisa Giştî ya PYDê’ bang li hikûmeta Başûr kir ku kiryarên bi vî rengî bidin rawestandin.

Ayşe Hiso: Divê endamên me tavilê bên berdan

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso jî ev bûyer şermezar kir û destnîşan kir ku nûnertiya partiya wan fermî li Silemaniyê heye.

Eyşe Hiso bang li saziyên peywendîdar kir ku bi lez û bez girtî bên berdan û da xuyakirin ku di rewşa niha Kurd tê re derbas dibin de, ew dijî bûyerên hevdûtengavkirinê ne, û pêwîstî pê heye ku destkeftiyên Kurdan li çar aliyê Kurdistanê bêne parastin.

Talet Yûnis: Girtina endamên Rêveberiya Xweser û PYD’ê nakeve xizmeta doza Kurdî

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis jî girtina nûnerên Rêveberiay Xweser û PYD’ê ji hêla PDK’ê ve şermezar kir û da zanîn ku ev yek nakeve xizmeta doza Kurdî.

Talet Yûnis bang li Hikmeta Başûr û rayadarên PDK’Ê kir ku girtiyên ku bi rengekî fermî li Başûr dixebitin berdin û sedema girtina wan zelal bikin.

Back to top button