Meclisa Îştar a Mexmûrê bang li gel kir ku hember dagirkeriya Erdogan têbikoşin

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê her diçe zêde dibe.
Meclisa Îştar a Mexmûrê bang li gelê Kurd û hemu hêzên siyasî kir li hember dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin.
Bi dehan nivîskar û mamostayên zanîngehan ji bo çareseriya pirsgirêkan banga danûstandinan kirin.
Saziyên Ewropayê jî bang li herkesî kirin ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk dengê bilind bikin.

Tevî bêdengiya hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê, pêla nerazîbûna dijî êrîşên Tirkiyê ser xaka Başûr her diçe mezintir dibe.

Meclisa Îştar ya Mexmûrê dijî êrişên Tirkiyê ser Mexmûrê û ser xaka Başûr daxuyaniyek da.

Meclisa Îştar bang li NY û dewleta Iraqê kir ku li dijî gef û êrîşên Tirkiyê ser xaka Başûrê Kurdistanê hilwestê nîşan bidin.

Meclisa Îştar bang li gelê Kurd û hemu hêzên siyasî kir ku ser bingehê siyasetek hevpar ya ku di berjewendiyên gelê Kurd de kom bibin û li hember dagirkeriya Erdogan têbikoşin.

Dr. Fayîq Gulpî: Şerê navxweyî dê dawî li ezmûna Kurdî bîne

Serokê Akademiya Siyaseta Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî jî diyar kir ku PDK li ser daxwaza Tirkiyê ketiyê vê şerê.

Dr. Fayîq Gulpî bal kişand ser vê gava xeter a PDK’ê û got:

“Şerê navxweyî dê dawî li ezmûna Kurdî bîne.

Ger PKK bê têkbirin, dê Tirkiyê Hewlêrê jî dagir bike.

Xewna Tirkiyeyê girtina wîlateya Mûsil û Kerkûkê ye, ev yek di dema referandumê de jî baş xuya kir.

Hemû kurd li dijî şerê birakujiyê ne. Divê PDK vê yekê baş bizane.”

Dr. Fayîq Gulpî bang li PDK’ê kir ku ji pêkanîna daxwazên Tirkiyeyê dûr bikeve, bi yekîtiya neteweyî li dijî siyaseta nerawa ya Enqereyê raweste.

Bi dehan nivîskar û mamostayên zanîngehan: Bila PDK û PKK’ê diyalogê bikin

Bi dehan nivîskar û mamostayên zanîngehan ji Rojava û Başûrê Kurdistanê û li gelek welatên Ewropayê jî têkildarî êrîşên Tirkiyê ser xaka Kurdistanê û hewldanên derxistina şerê Kurd-Kurd daxuyaniyek hevpar da.

Rewşenbîr û nivîskaran di daxuyaniya xwe de wiha dibjêin:

“Şerê vê carê şerê tinekirina hemû destkeftiyên Kurdane.

Em êdî dilê dijminê xwe xweş nekîn. Daxwazê ji PDK û PKK’ê dikin ku demildest li ser mêzê guftûgoyê rûnin û pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin.”

Saziyên Ewropayê bang li her kesî kir ku dengê xwe rakin

Komele, platform û însîyatîvên li Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ser xaka Başûr bi daxuyaniyeke hevpar bang kir ku her kes dengê xwe rake.

Di daxuyaniyê de bang li akademîsyenên, entelektuel, nûçegihan, nivîskar, karsaz, hunermend, siyasetmedar, wêjekarên Kurd hate kirin ku hewlesta hewce nîşan bidin, li dijî dagirkeriyê û qirkirinê rawestin bi hev re têbikoşin.

Back to top button