YUKSEL KOÇ: ENCAM WÊ BI BERXWEDANÊ DIYAR BIBE

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç ji bo çalakiyên greva birçîbûnê nameyek nivîsand û daxwaz ji gel kir ku xwedî li çalakiyan derkevin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç ku 107 roj in li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ye, li ser greva birçîbûnê û karên divê werin kirin nivîsek nivîsand.

Koç diyar kir ku, li dijî êrîşên topyekûn pêwîstî bi berxwedaneke topyekûn heye:

“Eger em nikaribin pêşî li tecrîdê bigirin, em ê nikaribin êrîşên li dijî gelên Kurdistanê yên li hemû parçeyan û pêşî li şer û komkujiyên li Rojhilata Navîn bigirin. Her wiha em ê nikaribin zextên faşîst ên li ser têkoşîna wekhevî û demokrasiyê ya li Tirkiyê beralî bikin”.

Yuksel Koç ragihand ku nêzîkatiya xemsar wê jiyana berxwedêran bixe nava metirsiyê û got:

“Encamgirtina di demeke kurt de, bi berxwedana li derve, bi mezinkirina berxwedana me ya topyekûn dibe.

Eger em hêza xwe bi rengekî rast bi kar bînin, em ê karibin li Ewropayê encamên gelekî baş bi dest bixin”.

Leave a Reply

Back to top button