Michel: Lîderên G7 wê li ser helwesta Rûsya danûstandinan bikin

Amadekariyên civîna G7 ya li Birîtanya di nava wergirtina tevdîrên zêde de tê kirin. Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel ragihand ku lîderên G7 wê li ser helwesta Rûsya danûstandian bikin.

Beriya civîna G7 a li Brîtanya despê bike, Charles Michel axivî.

Michel dîyar kir ku lêderê welatên G7 dê îro ser helwesta Rûsya ya bo pûçkirina welatên rojava danûstandinê bikin.

Serokê Konseya Ewrupa got:

Hevalbendên G7 ser kiryarên Rûsya yên hilweşîner mîna hevdu difikirin.

Serokê Amerîka Joe Biden jî li Washingtonê ji rojnamevanan re dabû zanîn armanca serdana wî ya li Ewrupa xurtkirina peywendîyên transatlantîk e.

Biden dabû zanîn ku ew dixwaze raberî Rûsya û Çînê bike ku Amerîka û Ewrupa bi awayekî xurt girêdayî hevdu ne.

Welatên rojava îdia dikin ku Rûsya bi êrîşên înternetî û yên din hewil dide demokrasîyan ji hevdu veqetîne, lê Moskow wan îdiayan red dike.

Beriya civînê G7 li nava Birîtanya tevdîrên ewlekariyê derxist asta herî jor.

Back to top button