Biden ji Birîtanya peyama “Amerîka vegeriya” da

Serokê DYA Joe Biden di serdana xwe ya yekmîn ji bo Ewropa yê de, gihişt Brîtanya û pêmanên bihêzbûn û bandora Amerîka ya di cîhanê de, da.

Joe Biden piştî hat li ser rêveberiya welat, yekem car dest bi geşata xwe ya li derveyî welat kir.

Biden doh li Brîtaniya bi nêzî 1000 leşker û malbatên Birîtanî re civiya.

Serokê DYA di hevdîtina xwe ya li gel wan de got:

Emê nîşan bidin ku DYA vegeriya, demokratên cîhanê jî bi hev re li hember pirsgirêk û dozên pêşerojî radiwestin.

Emê bi hêz pêşengiyê bikin, nirxên xwe biparêzin û radestî gelê xwe bikin.

Amerîka di pozîsyoneke baştirîn ya parastin ewlehiya netewî de ye.

Joe Biden anî ziman ku dema dewletên xwedî heman fikirî li aliyê wan rawestin, wê dewlemenidya aborî zêdetir bi pêşbikeve.

Badin diyar kir ku ew û rêberên din ên cîhanê wê ji bo têkoşîna li dijî pandemî, rawestandina krîza avhewayê, parastina ji êrîşên sîber û dîktatorên ku rê didin vê yekê, çalakiyan bikin.

Serokê DYA Jeo Biden wê li Brîtanya çar rojan bimîne û bi Qralîçe Elîzabeth û Serokwezîr Borîs Johnson re bicive.

Di serdana li welat de, Biden wê beşdarî civîna G7 bibe.

Piştre, Biden dê berê xwe bide Bruksel û li wir ew ê beşdarî Civîna Bilind a NATO’yê bibe.

Back to top button