Civîna koma Filistîn ya li Misrê hate paşxistin

Civîna şandeya Filistînî ya li paytexta Qahîre Misirê ku wê pêk hatiban, hate paşxistin.

Bê ku ti sedemek were diyarkirin civîn hate paşxistin.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Pêşketina Netewî ya Filistînê Mistefa El Bergusî bi daxuyaniya ku dayî çapemeniya dewleta Tirkiyê re, ev yek piştrast kir.

Bergusi diyar kir ku wê ji bo dîroka civîneke nû dem were diyarkirin.

Ji ber vê yekê jî heta niha şande derbasî Qahîre nebûye.

Misrê di 1’ê Hezîranê de bi mebesta bidawîkirina dabeşbûnê û lihevkirina yekîtiya neteweyî komên Filistînî vexwendibû Qahîreyê.

Ji bo dîroka civînê, ku têgînek nezelal a wekî “hefteya bê” hatî bikaranîn de demeke eşkere nehat diyarkirin.

Back to top button