Serokdewletê Ukrayna Zelenskiy serdana eniya çeperên donbasê kir

Bi nêzbûna dîroka cîvîna serokdewletên NATO re, careke din mijara Ukrayna derketiye pêş.
Ukrayna dixwaza bikeve NATO, Rûsya jî li dijî vê yekê bertek nîşan da.
Serokdewletê Rûsya Putin hişyarî da û got:
Bi vê yekê re êdî dema ketina mûşekên NATO ya Moskowa tenê navbera 7-10 deqeyan de ye.
Ji ber vê yekê yek ji rojeva sereke ya Putin û Biden a li Cenevreyê mijara Ukraynayê ye.

Di demeke ku lîderên NATO li Cenevre di civin de, rewşa û metirsiya li ser Ukrayna careke din derketiye pêş.

Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskiy serdana eniya Donbas ya li rojhilatê welat kir.

Zelenskiy bi peyama li ser hesabê xwe yê Twîtterê weşandî de ragihand ku ji bo wergirtina agahiyên sereke serdana herêmê kiriye.

Zelenskiy balkişnadn li ser têkoşîna leşkeran ya di avakirina aştiyê de û wiha got:

Li eniyê têgihiştinek zêde ya ji bo rewşê heye.

Ji Rûsya Hişyarî: Wê dema ketina mûşekên NATO li Moskow dakeve 7-10 deqeyan

Rûsya jî ji aliyê xwe ve hêza li ber sînor her di amadebaşiyê de dihêle.

Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin têkildarî rewşa dawî ji çapemeniya welat re axivî.

Piştî Polonya û Romanya beşdarî NATO bûn, mûşekên DYA yên li vir dema wan ya armanckirin Rûsya gihiştibû 15 deqeyî.

Em bifikirin Ukrayna endamekî NATO ye.

Ji herêma Harkowa, Dnipyer heta naverasta Rûsya û ketina Moskowa tenê 7-10 deqe pêwiste.

Vladimir Putin anî ziman ku ti piştrastiya wê yekê nîne ku Ukrayna nebe endamek NATO û ev tişt anî ziman:

Ti nîşaneyek piştrast ya ku Ukranya nebe endamê NATO nîne.

Li wir çi diaxivîn? Li ser çi lihev kirin? Em nizanin.

Putin vexwendinên DYA ji bo Ukrayna ku bibe endamê NATO jî bibrxist.

Kremlîn: Li Cenevre wê Putin û Biden li ser Ukrayna biaxivin

Her wiha Kremlînê jî ragihand ku wê Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin u Serokê DYA Joe Biden, li Cenevê bi mijara Ukrayna bicivin.

Berdevkê Kremlin Dmitry Peskov li ser pirsa gelo wê di civîna Rûsya-DYA de wê endamtiya Kîev ji bo NATO were nîqaşkirin ya na, ev bersiv da:

Pirsgirêka Ukrayna wê her wire nîqaşkirin.

Peskov di daxuyaniyek din ya dayî de jî dazanîn ku wê Putin ji bo civîna li gel Biden, 16’ê Hezîranê berê xwe bide Cenevê.

Li herêma rojhilatê Ukrayana ji ber şerê navbera hêzên cudaxwa yên alîgirê Rûsya û artêşa artêşa Kîevê de ku 2014’an despê kirî û heta niha zêdeyî 13 hezar kes hatine kuştin

Back to top button