Endama Desteya Rêveber a Polîtboruya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed jî banga rawastandina êrîşên Tirkiyê ên ser Başûrê Kurdistanê kir.
Şandeyeke KNK’ê bi serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad li Silêmaniyê serdana Endama Desteya Rêveber a Polîtboruya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed kir.
Şanaz Îbrahîm êrîşên Tirkiyê ser xaka Başûr şermezar kirin û bal kişand li ser girîngiya yekîtiya Kurdan.
Şanaz xwest Tirkiye êrişên xwe rawestîne û bi riya diyalogê pirsgirêk were çareserkirin.
Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê ji 20’ê gulanê ve li Başûrê Kurdistanê bi partî, rêxistin û kesayetan re hevdîtinan dike.